‘Çete û hevkarên wan wê bên binerdkirin’

MLKP Rojava êrîşa li Hesekê şermezar kir û got; “Wê tola sûcên ku AKP’e ya faşîst û çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê me pêk anîne bê hildan. Wê bi îdeolojiya dijminê mirovahiyê, bi çete û devleta xwe bên binerdkirin.”

MLKP Rojava, têkîldarî êrîşa li bajarê Hesekê yê Rojava daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku yên êrîş pêk anîne dijminê şoreşê ne û wiha dewam kir; “Dijminê şoreşa Rojava di nemerdiyê de bê sînor in, lewre jî bi heman zihniyeta qetlîamker êrîşî çand, nirx, jiyana gelê me dikin. Ewqasî bêkok bûne ku li Hesekê êrîşî dawetekê kirine û ji her temenî gelê me qetil kirine.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîş li dijî Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ye û wiha pê de çû; “Sîstema me ya federaliya demokratîk li erdnîgariyeke ku paşverûtiya reş, faşîzm, despotîzm û dîktatortî serwer in, pêşengtiya jiyanek bi rûmet û azad, civak û cîhanek nû dike. Her roj bi hêviyek mezin pêşketina vê jiyana civakî ya ku bindest, feqîr dikarin bi rûmetî bijîn, wê dike hedefa dewletên paşverû yên li herêmê.

Êrîşa li Hesekê, qetlîameke ku faşîstê Îslamîst DAÎŞ’ê, El Nûsra (Fetîh El Şam) û çeteyên heman îdeolojiyê li ser esasê dijminahiya şoreşa Rojava pêk anîne.  Dijminê sereke yê Şoreşa Rojava û Sîstema Federaliya Demokratîk, Dewleta Tirk a faşîst qirker mêtinger, e û serkêşê wê Erdogan ê bi qilefetê Hîtler û partiya wî ya Nazî AKP’e ye.

Helbet wê tola sûcên ku faşîstê Îslamîst AKP’ê û çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê me pêk anîne bê hildan. Ala rûmet û azadiyê ya gelê me yê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bilind dike nahêle xew bikeve çavê çeteyên faşîst Îslamîst. Wê bi îdeolojiyên xwe yên dijminê mirovahiyê, peritî û kufikî, bi çete û dewletên xwe ve bên binerdkirin. Êrîşkarî, nemerdî, qetlîamgerî û tirsa wan ji vê ye.

Ev eniya faşîst Îslamîst, tevahî hevkarên wê û şirîkên wê yên sûcan çi dikin bila bikin wê nikaribin mezinbûna şoreşa me, xwişktî û biratiya gelên me û jiyana wan a hevpar asteng bikin.”