Operasyona ku bi piştgiriya hewayî li bejahiya navbera navçeyên Basa û Cizîrên yên Şirnexê dayîn destpêkirin, cerdevanên berê yên niha li dibistana weke xademe hatine peywirdarkirin jî bi zorê birin operasyona. Hate hînbûn ku, hinek ji wan cerdevanên xademe nexwestine tevlî operasyonê bibin, operasyon li herêma Çiyayê Gabarê bi tevlîbûna qasî 2 hezar leşkeran didome.
Piştî ku Qeymeqamê Cizîrê Şenol Koca beriya hefteyekê ferman da cerdevanên berê yên ku niha li dibistana xademetiyê dikin, di nava hefteyekê de amadekariyên xwe bi qedînin û dê tevlî operasyona li Çiyayê Cûdî û Gabarê bibin, îro Fermandariya Tumena Şirnexê û Fermandariya Tûgaya Akçay li dijî Çiyayê Gabarê yê dikeve navbera navçeyên Basa û Cizreyê de operasyon da destpê kirin. Operasyona ku bi piştgiriya helîkopteran destpê kir, hate hînbûn ku hinek cerdevanên xademe yên beriya hefteyekê hatibûn gazî kirin jî tevlîbûne.
Hate ragihandin ku, hinek cerdevanên hêjan tevlî operasyona dibin û li Cizîrê li Dibistanên Seretayî yên Kamil Acûn, Dibistana Seretayî ya Ataturk, Dibistana Seretayî ya Fatîh, Dibistana Seretayî ya Menderes û Dibistana Seretayî ya Cûmhûriyetê peywirdarin tevlî nebûne, ger bê xwestin dê îstîfa bikin.
Operasyona ku qasî 2 hezar leşker tevlîbûyîn, hate hînbûn ku nêzî 60 cerdevanên gundên girêdayî Cizîr û Şirnexê jî tevlîbûne.