Dewleta tirk li Bedlîsê taktîkek nû ya salên 90’î xist dewrê. Piştî înfazên bê daraz, şewitandina gundan, bazirganiya tiryakê vê carê jî bi hevkariya cerdevanan xerac ji gel tê berhevkirin. Li gundê Seydava ya Bedlîsê derket holê ku cerdevan rê dibirin û ji kesên kut ê gotin qaçaxçîtiyê dikin û ji gelê herêmê 300 lîra xerac digirin.
Bi dijwarbûna şer re dewleta tirk pêkûtiyên xwe yên qirêj yên salên 90’î dîsa xistiye meriyetê. Li Bedlîsê hate hînbûn yekîneyên taybet ya bi navê ‘Panterler’ tê nasîn û bi kuştinên kiryarnediyar, şewitandina gundan û bazirganiya tiryakê jî tên zanîn ji nû ve derketine holê û dest bi ranta şer kirine.
Hate zanîn ku cerdevanên gundê Seydava li ser riya 50 km re ya ku navçeya Xîzanê û Bedlîsê bi hev ve girêdide, di xalên lêgerînê de ji welatiyan bi zora çekê pere distînin.
Der barê mijarê de ajokarekî ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku kesên riya Bedlî-Xîzanê bi kar tînin ji wan xerac tê girtin û wiha got: “Ev rê ji ber ku ji aliyê kaçaxvanên cigare, mazotê ve zêdetir tê bi kar anîn cedevanên gundê Seydava ji we wesayîtên li gorî cinsan diguhere pere digire.” Mexdur diyar kir ku carna di şevê de cerdevan nêzî 5 hezar lîra digirin û wiha pê de çû: “Kamyon û kamyonetên êzingan dikişînin jê 250-200 lîra pere, yên mazot û cigareyê dibin jî 250-300 TL tê girtin. Ev jî bi zora çekê tê girtin.”
Kesê mexdur wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ligel ku me bi dehan carî gilî kir jî tu tiştek nehat kirin. ji ber van pêkanînan ev du sale gelek kes mexdur dibin. Ji bilî qaçaxvanan kesên wê rê bi kar tînin jî li rastî van pêkanînan tên. gelek caran welatî ji aliyê cerdevanan ve rastî lêgerînê tên. ji kesên rêwitiya normal dikin jî 50-100 tl bi darê zorê tê girtin.
Li herêmê gelek qaçaxçî ji aliyê cerdevanan ve tên derbkirin. Ev rastiyeke û li Bedlîsê tê zanîn. Di 7’ê hezîrana 2012’an de li gundê Haçukan a Bedlîsê 2 kes dema diçûna mala xwe ji rastî êrîşa cedevanan hatin. Di 8’ê hezîranê de bûyer ji aliyê ANF’ê ve derket holê û mexduran gilî kiribû, lê heta niha tiştek nehatiye kirin.
Ajokarê ku nexwest navê xwe aşkere bike, diyar kir cerdevan bi nasnameyên xwe xalên lêgerînê avakirine û der barê vê de jî agahî da. Ajokar wiha got: “Li nêzî gund bi navbera 2 km xalên lêgerînê hatine avakirin. Cerdevanên gundê Seydava yên bi navê Mehmet, Cumali, Erhan, Servet, Ziya Cabbar Î. yê malbatekêne vê tê kirin.