Li gundê Xanî yê girêdayî navenda Bedlîsê cerdevanê bi navê Alî Yum kuştî hate dîtin.
Li gundê Xanî yê girêdayî navenda Bedlîsê cerdevanê bi navê Alî Yum, li tenişta rûbarê Baykanê kuştî hate dîtin. Cenazeyê Yum piştî otopsiyê birin gundê wan yê Xaniye defin kirin. Hate zanîn ku, cerdevan Yum 10 roj berê ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve hatibû girtin û serbest hatibû berdan. Hate îdîakirin ku têkiliya Yum bi kuştina 15 gêrîlayên HPG’ê yên jin ku zivistanê di operasyonê de hatin qetilkirn re heye.