Cerdevanan di ser dawetê de girtin

Cerdevanan di ser dawetê de girtin

Li navçeya Pasûrê ya Amedê di dawetekê de ji ber staranên kurdî hatin gotin cerdevanan di ser dawetê de girtin û gefên mirinê li xwediyê dawetê xwarin.

Li gorî agahiyan şevê din li cerdevanan di ser daweta li gundê Akçesêrê yê navçeya Pasûrê ya Amedê de girtin. Hate îdîakirin ku, ji ber di dawetê de stranên kurdî hatin gotin cerdevanan di ser gund girt û gefên mirinê li xwediyê dawetê û hunermendên stran gotin xwarin. Koma serserdevan Şerîf Yildiz û birayê xwediyê dawetê Îlhamî Durman, Mehmet Yildiz û Ferhat Yildiz di ser dawetê de girtin û gotin, "Li vir stranên kurdî nebêjin heke em dê we bikujîn û riya we bibirin" gef li gundiyan xwarin.