Cenazeyên şervanên YPG’ê li Mêrdînê bi girseyî hatin pêşwazîkirin

Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên li Rojava pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn piştî ku Deriyê Sînor ê Dilbêsiyê ya Mêrdînê hatin wergirtin ji bo otopsiyê şandin Amedê.

Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên li Rojava pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn piştî ku Deriyê Sînor ê Dilbêsiyê ya Mêrdînê hatin wergirtin ji bo otopsiyê şandin Amedê.

Cenazeyên 3 şervanên YPG’ê Metîn Ceylan (Tofan Gernas), Tayfun Kaygisiz (Hasan Kivircik) û Mehmet Aslan (Brûsk Amed) ên li Rojava pevçûnên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da Ji Deriyê Sînor ê Dilbêsiyê ya Qosera Mêrdînê ji aliyê malbat û rêveberên MEYA-DER’ê ve hatin wergirtin. Namzetên HDP’ê yên Mêrdînê, rêveberên HDP û DBP’ê yên Mêrdîn û navçeyan, Dayikên Aştiyê, rêveberên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, ÎHD, hevşaredaran herêma Mêrdînê jî di nav de gelek kes jî amade bûn.

Girseya ku cenaze wergirtin alên YPG, PKK û YPJ’ê vekirin posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Cenaze bi konvoya ku ji sedan wesayîtan pêk tê ber bi Qoserê derxistin rê.

Li navçeyê deh hezarî zêdetir welatî kom bûn û dema ku konvoy derbas dibû qurnefîl danîn wesayîtên cenazeyan. Konvoy ji ber qerebalixê piştî saete bi dirûşmên “Şehîd namirin” “Bijî Serok Apo” “Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê” “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” ji navçeyê derket.

Cenaze li Taxa Îstayonê ya Mêrdînê jî ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin û piştre jî ji bo otopsî bê kirin cenzze şandin Amedê.

...