Cenazeyên şervanên YPG’ê bi girseyî hatin veşartin

Cenazeyên şervanên YPG'ê Diyar Bakir (Kurdo Amed) û Feyzî Çakar (Rizgar Amed) û Gokhan Ozkur ên li Rojava di şerên li hember çeteyan de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmên li Amed û Mûşê bi girseyê hatin veşartin.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Diyar Bakir (Kurdo Amed) û Feyzî Çakar (Rizgar Amed) û Gokhan Ozkur ên li Rojava di şerên li hember çeteyan de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmên li Amed û Mûşê bi girseyê hatin veşartin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Gokhan Ozkur (Gurgîn Gimgim) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û ji bo demankirinê anîn Pirsûsê li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê demek dirêj hate sekinandin û zêde xwîn winda kir û jiyana xwe ji dest da li Gimgimê ji aliyê dehezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Gokhan Ozkur (Gurgîn Gimgim) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û ji ber karên burokratîk demek dirêj li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê demek dirêjê hate sekinandin û ji ber zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji desta li navçeya Gimgimê ya Mûşê bi girseyî hate definkirin. Cenazeyê Ozkur li bajaroka Ziyaret a li ser riya Mûş û Çewlîkê ji aliyê hezaran welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Girseya di nav de rêveberên HDP, DBP û MEYADER'ê yên Mûş, Gimgim, Kop û Milazgirê jî heyî bi wesayîta cenaze re ber bi Gimgimê ve çûn. Konvoya cenaze li ser herderê bi tîlîlî û dirûşmeyan hate pêşwazîkirin. Konvoya cenaze di ketina navçeya hemû dikanên wê girtî de ji aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin û pişt re ber bi gundê Leylekê ve birin.

Cenazeyê Ozkur li gund bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK, HPG, YPG/YPJ'ê li ber mizgefta gundê Leylek hate pêşwazîkirin. Piştî nimêja cenaze, cenazeyê Ozkur ji aliyê zêdehî 20 hezaran kesan ve bi dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana YPG/YPJ/HPG" û "Bijî berxwedana Kobané" bi meşê ber bi goristana gund ve birin. Cenazeyê Ozkur li goristanê bi duayan hate definkirin.

'SERÊ KURD Û KURDISTANÊ SAX BE'

Piştî rêzgirtin û sruda "Çerxa Şoreşê" bavê Ozkur Mehdîn Ozkur axivî û wiha got: "Hûn hemû ser serê min û çavê min hatin. Gurgîn şehîdê Kurd û Kurdistanê ye. Gurgîn tenê şehîdê min nîn e yê hemû kesên îro li vir in. Gurgîn şehîdê we hemûyan e. Serê kurd û Kurdistanê sax be."

Hevşaredara Gimgimê Sabîte Ekîncî jî wiha got: "Em xemgîniya hevalekî xwe yê ciwan defin dikin dijîn. Di civakên asayî de kesên pîr jiyana xwe ji dest didin ciwan wan defin dikin lê kurd ciwan jiyana xwe ji dest didin û kesên pîr wan defin dikin. Gurgîn di 18 saliya xwe de ji bo gelê xwe berpirsiyariyekî mezin hilgirtin."

Nûnerê MEYADER'ê yê Gimgimê Hasan Guler jî wiha got: "Heya Kurdistan azad dibe em dê têkoşîna şehîdên xwe bidomînin. Em soz didin hemû şehîdên xwe em dê di riya wan de bimeşîn."

Piştî merasîma cenaze girse li ber mala şîndê ya li gund hate cem hev û sersaxî li malbatê da.

CENAZEYÊN BAKIR Û ÇAKAR LI AMEDÊ HATIN DEFNKIRIN

Cenazeyê şervanên YPG'ê Diyar Bakir (Kurdo Amed) û Feyzî Çakar (Rizgar Amed) ên ku di 20'ê Îlona 2014'an de li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû anîn Amedê û hate definkirin.

Cenazeyê şervanên YPG'ê Diyar Bakîr (Kurdo Amed) û Feyzî Çakar (Rizgar Amed) ên ku di 20'ê îlonê 2014'an de li Kobanê di şerê li hemberê çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû anîn Amedê û li Goristana Yenîkoyê hate definkirin. Cenazeyên Bakîr û Çakar ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin û piştî karên otopsiyê yên li Rihayê anîn Amedê. Cenazeyê Bakir û Çakar li ber Awa Petrolê ji aliyê Rexistinên HDP/DBP'ê, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek, MEYA-DER, Endamên Dayikên Aştî, namzetên HDP'ê yên Amedê, hevşaredarên navçeyan û gelek kesan ve hatin peşwazîkirin û birin Mizgefta Goristana Yenîkoyê.

Piştî wecîbeyên olî derbestên şervanên YPG'ê bi alên YPG'ê hate pêçandin û bi meşê ber bi goristanê ve birin. Di meşê de wêneyên Bakîr û Çakar hatin hilgirtin, dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bê serok jiyan nabe", "Lêxe gerîla lêxe, Kurdistanê ava bike", "Qatîl DAİŞ hevkar AKP", "Kurdistan dê ji bo DAİŞ'ê bibe goristan", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Rêya şehîd rêya me PKK partiya me ye" hatin berzkirin. Piştî meşê cenazeyên Bakîr û Çakar li goristanê bi ala kesk, sor û zer hatin definkirin. Piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat.

Sersaxiyên Bakir dê sê rojan li taxa Gazî ya navçeya Sur a Amedê li Qehweya Omerya bên qebûlkirin. Sersaxiyên Çakar jî dê li Mala Şînê Gola Gûlê li Taxa Korxatî ya navçeya Rezan a Amedê bên qebûkirin.