Cenazeyên sê şitlên azadiyê ber bi warê wan ve hatin birêkirin

Cenazeyên sê şitlên azadiyê ber bi warê wan ve hatin birêkirin

Cenazeyên 3 jinên siyasetmedar ên kurd piştî bi merasima ku 100 hezaran kes tevli bûbûn hat pêşwazîkirin şandin bajarên wan. Cenazeyên Sakîne Cansiz ber bi Dêrsimê, Fidan Dogan ber bi Mereşê, Leyla Şaylemez jî ber bi Mêrsinê ve hatin birêkirin.

Li Amedê ji bo 3 "Şitlên Azadiyê" bi tevlebûna 100 hezaran kesan meranim hat lidarxistin. Piştî merasima bi heybet a li qada Batikentê cenazeyên 3 jinên siyasetmedar ên kurd ber bi bajarê wan ve hatin birêkirin. Girseya ku ji nexweşxaneya Baglarê dest bi meşê kir heta gihit qada Batikentê gihişt 100 hezaran kesan. Girsê bê navber sloganên "Rêhevalên Rojê nemir in" berz kirin û pankarta "Yên şer dikin azad dibin û yên azad dibin xweşik dibin" vekirin. Ji çar aliyên Amedê bi hezaran girse herikîn qada Batikentê. Gelê Amedê hemû dikanên xwe girin û hatin qada merasime. Di merasimê de 1200 hezaran kes li qada Batikentê kom bûn û bi awayekî heybet merasim pêk anîn.

Piştî axaftinan ceazeyên Sakine Cansız, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez bi siloganên "Şehît namirin" ber bi bajarên wan ve hatin rêkirin. Cenazeyê Sakine Cansiz ber bi Dêrsimê, cenazeyê Fidan Dogan ber bi Elbîstana Mereşê, cenazeyê Leyla Şaylemez jî ber bi Mersînê hatin birêkirin. Cenazeyên 3 jinên kurd dê sibê li bajarên wan bi girseyî ji aliyê 10 hezaran kesan ve dê bên definkirin. Di rêwîkirina cenazeyan de alên PKK, KCK û PAJK'ê hatin vekirin. Bi hezaran cenaze ber bi bajarên wan ve birêkirin.