Cenazeyên her sê jinên Kurd dê bi girseyî bispêrin axê

Cenazeyên her sê jinên Kurd dê bi girseyî bispêrin axê

Cenazeyên 3 jinên siyasetmedar ên kurd Sakîne Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ku duh bi merasima 100 hezaran hatin oxirkirin, dê îro di saetên nîvro de bi girseyî bên definkirin. Ji ber merasima cenazeyan gelek dikan nehatin vekirin û neçû ser kar.

Duh li Amedê bi 100 hezaran welatiyan ji bo ji damezrênerên PKK'ê Sakine Cansız, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fidan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez merasimek bi heybet pêk anîn. Pişti merasimê girsê bi siloganên "Şehîd namirin" ber bi bajarên wan ve hatin rêkirin.

DÊRSIM

Cenazeyê Sakine Cansiz bi karwaneke herî mezin ber bi Dêrsimê ve hat birêkirin. Cenanzeyê Cansiz di saetên êvarî de ji aliyê girseyek mezin ve bi slogana "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" û "PKK gel e, gel li vir e" û "Şehit namirin" li Pira Seyîtlî hat pêşwazkirin. Bi hezaran maşîne li Geliyê Munzurê dîmenên rengîn ava kir. Welatiyen li ser kolanan jî bi îşaretên serkeftinê maşîne pêşwazî kirin. Lambayê hezaran maşîne geliyê Dêrsimê ronî kir. Cenazeyê Cansiz birin Cemxaneyê. Îşev cenazeyê Cansiz li Cemxaneyê hat girtin. Serê sibê welatî neçûn ser kar û esnafan dikanên xwe venekirin. Ji bilî firin û dermanfiroşan dikan nehatin vekirin. Li Dêrsimê kes neçû ser kar û jiyan rawestiya. Cenazeyên Sakine Cansiz dê saet di 11.00'an de ji Cemxaneya Dêrsimê ji aliyê jinan ve bê wergirtin û bibin taxa Dagê ku lê ji dayik bûye. Piştî cenaze dîsa bînin Cemxaneyê û merasimê pêk bînin dê cenaz bibin Goristana Asrî ya Dêrsimê û ji aliyê 10 hezaran kesan ve bê definkirin. Hat zanîn ku gelek polîs ji bajar û navçeyên derdorê hatin veguhestin.

EDENE

Duh piştî merasima bi heybet a li Aemdê cenazeyê Leyla Şaylemez ji bo bişînin Mêrsîne bi karwanê ku ji sedan maşine pêk dihat ji navçeya Hewagê ya Rihayê ber bi Mêrsîne ve birê kirin. Cenazeyê Şaylemez şevê din li navçeya Ceyhanê hat rawestandin. Serê sibê ji aliyê karwaneke ku ji sedan maşîne pêk dihat ber bi Edeneyê ve hat rêkirin.

Welatî serê sibê Mizgefta Eyûbiyê ya li taxa Kuçuk Kirimê kom bûn û sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin. Girsê bê navber dilsoziya bi PKK'ê û Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan req qêriyan. Girsê pankarta mezin a wêne û nivîsa "Dijîn" li ser nivisandibû vekirin. Girsê dîsa posterê 3 jinan û ala PKK û konfederalizmê vekirin. Karwana ku parlamanterên BDP'ê jî di navde ji sedan maşîyan pêk dihat ber bi Edeneyê ve birê ket. Li taxên Kuçukdîkîlî, Şakîrpaşa, Ova, Uçak, Daglioglu, Gulbahçesi, Karasu, Anadolu, Barbaros, 19 Mayis, Denîzlî yên navçeyên Seyhan û Yuregirê dikanên xwe venekirin. Dîsa li taxên Demirtaş, Şevket Sumer, Guneş, Yunuktepe, Yenîpazar, Sîteler, Çay û Çîlekê yên Toroslar û Akdenîzê welaityan dikan venekirin. Li navçeya Tarsusa Mêrsîne jî piraniya welatiyan dikanên xwe venekirin.

Cenaze dê pieştî nîmêja înê li Goristana Guneykentê ya Mêrsînê bi girseyî bispêrin axê.

GURGUM-ELBÎSTAN

Cenazeyên 3 jinên siyasetmedar ên kurd piştî merasima 100 hezar kes tev lê bûn, şandin bajarên wan. Cenazeyê Fidan Dogan li Semsûrê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Duh karwana cenazeyê Fidan Dogan ku ji sedan maşîne pêk dihat, di rêde ji aliyê welatiyan ve bi slogan û îşaretên serkeftinê hatin pêşwazîkirin. Welatiyên ku derketin ser rê û karwan bi sloganan slav kir, hurmeta xwe nîşan da. Karwana ku Hevseroka BDP'ê Gultan Gultan Kişanak, parlamenterên BDP'ê û saziyên sivîl ên civakî ji hezaran kesan pêk dihat gihiştin Semsûrê. Cenazeyê Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fidan Dogan li Semsûrê ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Dogan bi sloganên "Şehît namirin" birin Cemxaneya Vakfa Çandê ya Hacı Bektaşi Veli Anadolu. Cenazeyê Dogan bi zîmaran ji aliyê jinên elewi ve hat pêşwazîkirin. Jinan heta serê sibê ji bo Fidan li Cemxaenyê nobet girtin. Îro serê sibê gelek jinên ku cilên reş li xwe kirin hatin Cemxaenyê û cenazeyê Dogan bi slogana "Şehît namirin" danîn ser milê xwe xistin maşîna cenaze. Maşîna cenaze ligel karwana ku ji sedan maşîne pêk dihat ber bi navçeya Elbistanê ve ket rê. Karwana mezin li ser rê ji aliyê welatî û gundiyan ve bi slogan û nîşana serkeftinê hat pêşwazîkirin.

Welatiyên ku ji navçe û bajarên derdorê hatin Serêgolê konvoy pêşwazî kir. Karwan dê ji vir ber bi Elbîstanê ve bê oxirkirin. Merasim dê li Cemxaneya Elbistanê pêk bê û pişt re li gundê Xançiplakê bispêrin axê.