Cenazeyên gêrîlayên YJA STAR’ê hatin teşhîs kirin

Cenazeyên gêrîlayên YJA STAR’ê hatin teşhîs kirin

Cenazeyên gêrîlayên YJA STAR’ê Muhaber Arslan û Fatma Aslan ku di pevçûna li Şemzînana Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê malbatên wan ve hatin naskirin. Gêrîlayên HPG’ê Ekîn Morsumbul û Huseyîn Ceylan yên di 11’ê Îlonê li Şemzînanê jiyana xwe ji dest dabûn jî malbatên wan hatin Meletiyê.

Malbatên gêrîlayên YJA STAR’ê Muhaber Arslan (Şevîn Alan) û Fatma Aslan (Nûda Batman) ku di 10’ê Îlonê di pevçûna li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabûn, hatin Saziya Tiba Edlî ya Meletî û cenazeyên zarokên xwe naskirin.

Piştî xilasbûna karûbarên fermî dê cenazeyên gêrîla Şevîn bibin Amedê li Goristana Yenîkoy bispêrin axê, her wiha dê cenazeyê gêrîla Nûda jî bibin memleketê wê li Gundê Tilhesenê yê ser binavçeya Kercûsa Êlihê bispêrin axê.

MALTABÊN GÊRÎLA MORSUMBUL Û CEYLAN JÎ LI MELETÎ NE

Malbatên gêrîlayên HPG’ê Ekîn Morsumbul (Huseyîn Welat) ku ji Çewlikê ye û gêrîla Huseyîn Ceylan (Mahîr Çayan) ku ji Mûş-Melezgirtê ye, di pevçûna 11’ê Îlonê li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin Meletiyê. Çav li rê ye ku, malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin serî li Dozgeriyê bidin.