Hate ragihandin ku, 13 gêrîlayên HPG’ê yên tê gotin di bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dane, li bejahiya yê nêzî qereqola leşkerî têne girtin.
Hate ragihandin ku, cenazeyê 13 gêrîlayên HPG’ê yên tê gotin di bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê de di pevçûan 07’ê Çileyê de jiyana xwe ji dest dane, li nêzî qereqola leşkerî ya Serlatê tên girtin. Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Seîd Çaglayan ku bi Dozgeriya Komarê ya Çelê re hevdîtin pêkanî û diyarkir ku, dozger gotiye, cenaze li bejahiyê tên girtin.
Çaglayan got; “Me têkildarî mijarê bi dozgerê Çelê re hevdîtin pêkanî. Dozger ji me re got, li ser xala sifir ya sînor 13 cenaze tên girtin. Da diyarkirin ku, ji ber sedema rewşa hewayê nikarin cenazeyan bigirin, lê belê ger şert û merc dest bidin dê îro yan jî sibê cenazeyan ji bejahiyê bigirin û bişînin Meletiyê. Çaglayan destnîşan kir ku, dozger got weke din cenazeyek din heye lê belê ew ne li gel her 13 cenazeyên dine.