Malbatên gêrîlayên HPG'ê, ji bo cenazeyên zarokên xwe werbigirin hatin Meletiyê, ji ber bedena gêrîlayan piştî operasyonê hatin perçekirin, nas nekirin. Malbatên 3 gêrîlayên HPG'ê cenazeyên zarokên xwe nas kirin, cenazeyên 2 gêrîlayan jî ji ber cenaze perçe perçe kirine nenasîn
Malbatên 5 gêrîlayên HPG'ê yên di 10'ê îlonê de li navçeya Hênê ya Amedê û di 5-7'ê îlonê de li Çiyayê Katoyê jiyana xwe ji dest dan cenazeyan bigirin hatin Meletiyê serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan. Piştî serlêdanê, malbat ji bo cenazeyan nas bikin hatin morgê û cenazeyên gêrîlayên HPG'ê yên di peçvûna Çiyayê Katoyê de jiyana xwe ji dest dan nas nekirin. Cenazeyên gêrîlayan ji ber ku perçe perçe kirine û birînên şewatê nehatin naskirin û ev yek bû sedema gûmana çekên kîmyewî hatine bikaranîn.
Hate zanîn ku, cenazeyên gêrîlayên li navçeya Hênê jiyana xwe ji dest dan Yusuf Sezer (Ferman Amed), Seîd Eroglu (Xebatkar Rêber) û Turabî Gurbuz (Erdal Amed) ji aliyê malbatan ve hatin naskirin û piştî karên fermî bi dawî bûn dê radestî malbatan bikin. Malbatên gêrîlayên yên di pevçûna Hênê de jiyana xwe ji dest dan diyar kirin ku, bi taybet serê wan perçe bûne û bedena wan şewitiye.
Li aliyê din malbata gêrîla Serhan Akyol (Merxas Dorşîn) yê ku 3 roj berê ji bo cenaze bigire serî li dozgeriyê da ji ber cenaze nas nekir cenaze negirt. Hate zanîn ku, piştî testa DNA'yê aşkere bibe dê cenaze radestî malbatê bikin.