Malbata gerîlayê HPG'ê Selîm Ozalp (Cesur Cudî), ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin çûn Meletiye û ji bo testa DNA ya kurê xwe mînaka xwînê dan. Pismanê gerîla Ozalp Mehmet Emin Ozalp, diyar kir dema çûn cenaze dîtin rastî hovîtiyek mezin hatin û wiha got: "Me cenaze li morgê nedît. Li goristanê wekî baraqeyekê ava kirine û cenaze biribûn wir. Li wir sarinç danîne û cenazeyan dixin wir. Dema min cenaze dît navdilê pismame min tev derxistibûn."
Di 7'ê Çile li navçeya Çelê ya Çolerêrgê 14 gerîlayên HPG'ê di operasyona leşkerî de jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên 12 gerîlayên HPG'ê biribûn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê û cenazeyê 2 gerîlayên HPG'ê jî hêj li herêmê ye. Malbata gerîla Selîm Ozalp (Cesur Cudi) ji bo cenazeyê kurê xwe ji morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirin çûn Meletiyê û serî li dozgeriyê dan. Malbatê piştî serî li dozgeriyê dan çû cenaze tespît bikin. Lê Malatê diyar kirin ku cenaze nayê naskirin. Malbata Ozalp diyar kir ku cenazeyê kurê wan perçe perçe bûbû û cenaze nas nekirin.
'MIL LI ALIYEKÎ PÎ LI ALIYEKI CENAZE PERÇE PERÇE'
Pismamê gerîla Ozalp Mehmet Emîn Ozalp, ji DÎHA’yê re axivî û diyar kir ku dema ew çûn Meletiye serî li dozger dan û xwestin biçin morgê cenazeyê xwe tespît bikin û wiha got: "Dema em çûn me serî li dozger da û me xwest me biçim morgê cenaze tespît bikin. Dozger ji me re got 'Herin mînaka xwînê bidin û biçim bajarê xwe li vir nesekinin' dema me sedema vê yekê ji dozger pirsî, dozger got 'Ji ber ku encama testa DNA kengi diyar bibe ne diyar e. Lê me israr kir û me xwest em biçin cenaze nas bikin. Lê dîsa got cenaze perçe bune û hûn nas nakin.' Piştre me dîsa israr kir û dozger destûr da me. Dema em çûn cenaze ne li morga nexweşxaneya dewletê bû. Cenaze ne li morga Saziya Tipa Edlî bû jî. Piştre em çûn morga goristanê. Cenaze avêtibûn sarinca morga goristanê. Morg wekî baraqayekê bû. Dema em çun me li cenazeyan nerî, em rastî dîmenên hovîtiyê hatin. Cenaze perçe perçe bûbûn. mil li aliyeki pi li aliyeki bûn. Navdilê cenazeyan hatibûn derxistin. Ji ber ku cenaze perçe bûbû me cenaze nas nekir. Cenaze perçe perçe bûbû. Hemû navdilê cenazeyan derxistibûn.
'CENAZE NE LI MORGÊ BÛN'
Ozalp, destnişan kir ku dema ew çûn morgê cenaze ne li morgê bûn û li baraqeya goristanê tên girtin û wiha got: "Ji ber ku cenaze nayên naskirin û muameleya xerab li cenazeyan tên kirin malbatên ku diçin cenazeyen xwe nas nakin. Cenaze yen me ne. Neynûkek wan li ku be em dê biçin bînin. Em dê heta dawî li wan xwedî derkevin."
'NAVDILÊ WAN DERDIXIN'
Rayedarekî morga saziya tipa edlî ku navê xwe neda jî diyar kir ku navdilên cenazeyên gerîlayên HPG'ê derdixin û dişinînin nexweşxaneya Gatta ya leşkerî.