Cenazeyên gerîlayan li Rojavayê Kurdistanê bi girseyî spartin axê

Cenazeyên gerîlayan li Rojavayê Kurdistanê bi girseyî spartin axê

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Tirkiye Mehemed, Edîp Ehmed û Şîrvan Ehmed ku di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, li Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya hezaran kesan spartin axê.

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Tirkiye Mehemed (Zîlan Cudî) a ji bajarê Dirbêsiyê, Edîp Ehmed (Derwêş Mîron) ê ji Kobanê û Şîrvan Ehmed (Şoreş Kobanê) ê ji Kobanê ku duh ji aliyê malbatên wan ve ji Morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ya Bakûrê Kurdistanê hatinbûn girtin, di saetên êvarê de di deriyê sînor ê bajarê Tilebyatê re derbasî Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.

Cenazeyên Edîp Ehmed û Şîrvan Ehmed ji vir bi konvoyek ji sedan wesayîtan pêk tê, birin gundê Tehtikê yê girêdayî bajarê Kobanê. Cenazeyê Tirkiye Mehemed jî, dîsa bi karwanê birin Goristana Şehîd Rustem Cudî ya ya li Berkevirê a bajarê Dirbêsiyê. Dihat plankirin ku cenazeyên 3 gerîlayan îro bispêrin axê, lê ji ber şertên li Rojavayê Kurdistanê her sê cenaze şevê din spartin axê.

CENAZEYÊ ŞÎRVAN EHMED LI GUND HATE DEFINKIRIN

Piştî ku karwanê cenazeyan gihîşt Gundê Tehtikê, li vir bi beşdariya hezaran kesan merasîmek hate lidarxistin. Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir de, alên TEV-DEM'ê hatin vekirin û dirûşmeyên wekî, "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Di merasîma ku rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan û TEV-DEM'ê jî beşdar bûn de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mistefa Êto axaftinek kir. Êto, ji ber xwedîlêderketina wan a li cenazeyan ji gelê Bakurê Kurdistanê re spasiyên xwe pêşkêş kirin û ev tişt gotin: "Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin Em ê bi saya wan bigihîn azadiyê, ew rûmeta me ne. Divê em li ser şopa wan bin."

Di axaftina li ser navê malbatê hate kirin de jî, ji ber xwedîlêderketinê, spasî ji gel hate kirin û hate gotin ku Şîrvan Ehmed şehîdê hemû kurdan e.

Endamê Desteya Birêvebir a TEV-DEM'ê Şahoz Hesen jî, diyar kir ku divê ew li ser riya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên şoreşê bimeşin û têkoşînê bilind bikin. Piştî axaftinan cenaze hatin definkirin.

CENAZEYÊ EDÎB EHMED LI KOBANÊ HATE DEFINKIRIN

Piştî merasîmê cenazeyê Edîp Ehmed dîsa bi konvoyê birin Goristana Şehîdan a li bajarê Kobanê û li vir hate definkirin. Ji ber ku li gund ji bo her du cenazeyan merasîm hate lidarxistin, li goristanê merasîmek duyemîn nehat çêkirin.

Cenazeyê Tirkiye Mehemed jî, bi karwanekê birin Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê û li vir hate hate definkirin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên li ser navê malbatê hatin kirin de, wiha hat gotin; "Ev keça me tenê nîn e, keça Kurdistanê ye. Serê gelê me sax be."

Di axaftinên li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan û TEV-DEM'ê hatin kirin de jî soz hate dayîn ku li ser rêya şehîdan têkoşîn bê bilindkirin. Piştî axaftinan cenaze spartin axê.