Cenazeyê gerîlayên HPG'ê Orhan Akdogan (Rûstem Gever) li navçeya Geverê ya Colemêrge ji aliyê 10 hezaran kesan ve hate definkirin. Girseya ku tev li meşa merasima cenaze bû li ser rê bi polîsên barîkat danîn re pev çûn. Gerîlayê HPG’ê Hakan Turgut jî li Colemêrgê ji aliyê 10 hezaran kesan ve hate definkirin. Li aliyê din HPG'ê daxuyanî da û diyar kir ku gerîlayê HPG'ê Orhan Akdogan jiyana xwe ji dest nedaye û Ebubekîr Çetîn (Rustem Cilo) heye.
Malbata gerîlayê HPG'ê Orhan Akdogan (Rustem Gever) cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn Geverê. Cenazeyê Akdogan li pêş Otela Oslo ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Girseyê darbesta Akdogan danîn ser milê xwe û ji bo wecîbeyên olî birin Taxa Qişlayê. Girseyê piştî wecîbeyên olî bi cih anîn, bi 10 hezaran kesan darbesta cenazeyên gerîla Akdogan danîn ser milên xwe û bi alên PKK, KCK û posterên Ocalan posterên gerîlayên HPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane bilind kirin. Girseyê dîsa alên kesk, sor û zer bilind kirin û heta goristana Bajergehê meşiyan. Girseyê di meşê de sirûda Çerxa Şoreşê xwendin û bê navber dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Girseyê bi pankart û dowîzan dawazên xwe anîn ziman. Girseyê posterên Ocalan û 7 gerîlayên HPG'ê rakirin. Gelek welatiyan jî bi dirûşme û çepikan piştgirî da girseyê. Girseyê pankarta "Gelê Geverê berxwedana gelê Elkê silav dike" vekir. Ciwanan di meşê de kamerayên mobese dan ber keviran.
'HERONAN DÎMEN KIŞANDIN'
Dema girseyê dimeşand polîsan û balafirên HERON'an dîmenên welatiyan kişandin. Girse piştî gihişt ser gorê ji bo kesên di têkoşîna aşitî û azadiyê de jiyana xwe ji dest daye rêz girt, Gelek kesan jî bi dîrek û darên li ser gorê alên kesk, sor û zer vekir. Di merasima cenaze de Nûnerê MEYA-DER'ê ji bo tevlîbûna cenaze spasiyên xwe anîn ziman diyar kir ku dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan jî anî ziman ku li navçeyên Şemzînan, Çelê û Geverê şerekî dijwar tê meşandin û wiha got: "Li vir şerekî dijwar heye û divê êdî her kes vê rastiya şer bibîne. Divê kes vî şerî înkar neke. Divê hemû partiyên din ên siyasî zimanê şer terk bikin. Êdî bila zanibin ku pirsgirêka kurd bi operasyonan çareser nabe. Divê rê li pêşiya meşrûtiya Qendîlê bê vekirin.
Birayê gerîla Necmettin Akdogan jî got ku bila serê gelê Kurd saxbe û wiha berdewam kir: "Ev pergal bi kuştinê nikare doza gelê kurd tune bike. Ev doz dê her hebe." Piştî definkirinê malbatê li ser gora Akdogan hine danî û find pêxistin.
Piştî merasima cenaze girseyê dîsa dest bi meşê kir û polîsan jî mudaxale kir. Pevçûna di navbera polîs û ciwanan de didome.
GERÎLA TURGUT JI ALIYÊ 10 HEZARAN VE HATE OXIRKIRIN
Gerîlayê HPG’ê Hakan Turgut (Serhat Hakkari) jî li Colemêrgê ji aliyê 10 hezaran kesan ve hate definkirin. Malbatê duh cenazeyê Turgut ji Meletiyê wergirtin û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Bi 10 hezaran kesên li ber nexweşxaneyê kom bûn, dirûşmeyên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê re berz kir. Bi sedan ciwanan alên PKK'ê û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hakan Turgut rakirin. Girseyê piştî cenaze wergirt, li Goristana Serê Solan a taxa Sumbulê bi girseyî defin kirin.
Di merasimê de Parlementerê BDP'ê Adîl Kurt, endam û rêveberên BDP'ê û Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu jî di nav de bi 10 hezaran kes amade bûn. Girse piştî bi qasî 5 kîlometreyan meşiyan cenaze birin taxa Keklikpinarê.
Girseya ku hêjmara wê gihişt 30 kezar kesan alên PKK'ê vekir. Girseyê piştî cenazeyê Turgut anîn goristanê li vir bi hevre sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Girseyê piştî merasima cenaze ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Di merasimê de parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Kurt axivî û wiha got: "Tenê li Colemêrgê di 2 mehên dawî de 5 qat bi qasî hemû endamên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dane derketin çiyê. Di rojên dawî de 8 ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan. Gelê Colemêrgê peyvir û mîsyona xwe bi cih anî."
Bav Nihat Turgut jî spasiyên xwe ji bo gel anî ziman û wiha got: “Hakan şehîdê me hemûyan e. Bila serê me hemûyan sax be. Piştî axaftinan girseyê dîsa heta navenda bajar meş pêk anî û belav bû.