Cenazeyên gêrîla Sîpan û Serhat hatin wergirtin

Cenazeyên gêrîla Sîpan û Serhat hatin wergirtin

Cenazeyên gêrîlayên HPG'ê yên di 11'ê cotmehê de li ser riya Dêrsim, Erzînganê û gundê Încîrlî yê navçeya Pazarcixê ya Gurgumê jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin.

Di 11'ê cotmehê de li ser riya Tevnesiyê ya Dêrsim û Erzînganê de dema gêrîlayên HPG'ê kontrola rê dikir ji minîbûsa 4 kes tê de gêrîla hatibûn gulebarankirin û gêrîlayê HPG'ê Şukru Agirbaş (Serhat Van) yê ku ji gundê Xerzeyê yê Qelqeliya Wanê jiyana xwe ji dest dabû. Malbata gêrîla Serhat çû Meletiyê û piştî serlêdanan cenaze wergirt û ber bi Wanê ve derxist rê. Hate hînbûn ku, cenazeyê gêrîla Serhat dê sibê li Qelqeliya Wanê bê definkirin.

Malbata gêrîla Selahattîn Efe (Sîpan) yê ku di pevçûna 11'ê cotmehê de li gundê Încîrliyê yê navçeya Pazarcixê ya Gurgumê de jiyana xwe ji dest da piştî karên serlêdanê wergirt. Cenazeyê gêrîla Sîpan dê li gundê Adgonê yê navçeya Kopê ya Mûşê bê definkirin.