Cenazeyên gêrîla Oyman û Îşlek hatin wergirtin

Cenazeyên gêrîla Oyman û Îşlek hatin wergirtin

Cenazeyên gêrîla Gerdan Oyman (Arîn) û Muhyedîn Îşlek (Cûdî Zorava) ku di pevçûnê de li Çiyayê Cûdî jiyana xwe ji dest dabûn, ber bi Şirnexê ve birê kirin.

Malbatên ku ji bo cenazeyê zarokên xwe gêrîlayên HPG’ê Gerdan Oyman (Arîn) û Muhyedîn Îşlek (Cûdî Zorava) hatin Meletiyê û piştî teşhîsan cenazeyên zarokên xwe girtin. Cenazeyên ku ji morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hatin girtin, ber bi Şirnexê ve birê kirin. Hate hînbûn ku, dê cenazeyê gêrîla Oyman li navçeya Cizîr ya Şirnexê û gêrîla Îşlek jî li navend Şirnexê bispêrin axê.