Cenazeyên gêrîla Kiliç û Yusuf hatin wergirtin

Cenazeyên gêrîla Kiliç û Yusuf hatin wergirtin

Cenazeyên gêrîla Alî Kiliç û Rojîn Yusuf yên di pevçûnên cûda de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatan ve li Meletiyê hatin wergirtin û ber bi bajarên wan ve derxistin rê.

Malbata 2 gêrîlayên HPG'ê yên di pevçûnên cûda de jiyana xwe ji dest dan, piştî encama testa DNA'yê hatin aşkerakirin ji bo cenazeyan werbigirin hatin Meletiyê. Malbata gêrîla Alî Kiliç û Rojîn Yusuf piştî serî li dozgerê dan cenaze wergirtin. Piştî malbatan cenaze wergirtin derketin rê. Cenazeyê gêrîla Kiliç dê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, Cenazeyê gêrîla Yusuf jî dê li Qamîşlo bên definkirin.