Cenazeyên endamê Asayîşê Hiso û parastina cewherî Şêxê spartin axê
Cenazeyên endamê asayîşê Hiso û endamê Parastina Cewherî Dêrsim Şêxê yên di çarçoveya “Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo” de li Hesekê di şerên li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê hatin defnkirin.
ANF
HESEKÊ
sêşem, 26 gulanê 2015, 20:01
Cenazeyên endamê Asayîşê Hiso û endamê Yekîtiya Parastina Cewherî Dêrsim Şêxê yên di çarçoveya “Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo” de li Hesekê di şerên li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê hatin defnkirin.
Di merasîma cenaze ya ji bo endamê Asayîşê Hiso û endamê Yekîtiya Parastina Cewherî Dêrsim Şêxê de Wezîrê Karên Hundir ê Kantona Cizîrê Kenan Berakat, Wezîrê Parastinê yê Kantona Cizîrê Abdulkerim Saruxan, Berpirsyarê Asayîşa Rojava Ciwan Îbrahîm, li ser navê Tev-Dem Ferhat Dêrik, nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan û sazî û dezgehan jî di nav de girseyeke qerebalix amade bû.