Cenazeyên du gerîlayan anîn Meletiyê

Cenazeyên du gerîlayan anîn Meletiyê

Cenazayên 2 gerîlayên HPG'ê yên duh li çoltara navbera Lice, Hênê û Dara Hênê di şer de jiyana xwe ji dest dan, anîn Sazia Tiba Edlî ya Meletiyê.

Di operasyona li sêgoşeya Licê, Hênê û Dara Hênê de şerek qewimî û di şer de gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku di operasyona tîmên taybet û helîkopter tevlîbûn de çekên kimyewî hatin bikaranîn.

Cenazeyên 2 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan anîn morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.