Cenazeyên 7 gerîlayên HPG'ê yên di şerê li Çiyayê Kato û Marinusê de jiyana xwe ji dest dabûn bi helikopterê şandin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.
Dozgerê Komarê yê Elkê, cenazeyên 7 gerîlayên HPG'ê yên di şerê li çiyayê Kato de jiyana xwe ji dest dan û malbatan çûn ji çiyê daxistin jêr, ji bo otopsiyê bi helîkoptere şandin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. 2 roj berê bi sedan kesan li gel bombebarana helikopter û balafirên şer çûn li çiyayê Katoyê cenazeyên 7 gerîlayan HPG'ê girtin û îro serê sibê anîn Elkê. Malbatan piştî cenaze daxistin navçeya Elkê teslîmî dozgeriya komarê kirin û dozgeriyê jî cenaze bi helîkopterê şandin Meletiyê.