Cenazeyên 5 şervanên azadiyê spartin axê
Li Kobanê û Hesekê bi hezaran kesî cenazeyên 5 têkoşerên ji bo azadiya Rojava canê xwe feda kirin spartin axê.
Li Kobanê û Hesekê bi hezaran kesî cenazeyên 5 têkoşerên ji bo azadiya Rojava canê xwe feda kirin spartin axê.
Li Kobanê û Hesekê bi hezaran kesî cenazeyên 5 têkoşerên ji bo azadiya Rojava canê xwe feda kirin spartin axê.
HESEKÊ
Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên endamê Asayîşê Mihyedîn Hiso û endamê Erka Xweparastinê Dêrsim Şêxo yên 25’ê Gulanê di Pêngava Fermandar Rûbar de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ya Hesekê spartin axê.
Serokê Desteya Parastinê Ebdulkerîm Sarûxan, Serokê Desteya Karên Hundir Kenan Berekat, endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz Ekrem Mehşûş, Rêveberê Asayîşa Rojava Ciwan Ibrehîm jî di nava de bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê bi armanca wergirtina cenazeyên endamê Asayîşê Mihyedîn Hiso û endamê Erka Xweparastinê Dêrsim Şêxo li ber Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê kom bûn. Girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên her du têkoşeran vekiribûn û bê navber dirûşmên dilsoziyê berz dikirin piştî wergirtina cenazeyan bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana ˮŞehîd Dijwarˮ ve derketin rê.
Di rêya ketina goristanê de girseya qelabalix cenazeyên her du têkoşeran li ser milan kirin û ber heta goristanê meşiyan. Li vir merasîma leşkerî ji aliyê leşkerên Erka xweparastinê ve hate lidarxistin, piştre li ser navê Saziya Malabtên Şehîdan Ezîz Dawê axivî û bal kişand ser berxwedana şervanan a ji bo rizgarkirina herêmê ji destê çeteyên DAIŞ’ê û got ku pêkhateyên herêmê bi saya berxwedana cangoriyan bi azadî jiyan dikin.
Di merasîmê de her wiha Endamê Kordînesyona TEV-DEM’ê Ferhad Dêrik axivî û got ku berxwedana hêzên YPG/YPJ’ê ya di pêngava ˮFermandar Rûbarˮ de herêma Çiyeyê Kizwanan hate rizgarkirin û got: ˮ Di rizgarkirina herêmê de her wiha rola hêzên Asayîşê û Leşkerên Erka Xweparastinê di rizgarkirina herêmê de roleke pêşeng bû û win jî li kêleka hêzên YPG/YPJ’ê di cebheyên herî pêş de şer kirin.ˮ
Serokê Desteya Parastinê Ebdulkerîm Sarûxan jî di merasîmê de axivî û got ku destpêka hêzên erka xweparastinê hatin avakirin gelek alî li dijî wan derketin, rexne kirin û wiha dom kir: ˮPartî û aliyên behsa mijarê beriya niha li dijî avakirina hêzên YPG/YPJ’ê jî derdiketin. Armanca wan aliyan ew bû ku kantonên Rojava bê parstin bimînin. Lê niha hêzên hatine avakirin parastina hemû pêkateyên herêmê dikin. Em ê bê rawestan avakirina hêzên erka xweparastinê bidomînin, şehadeta Dêrsim û hevalên wê yên din isra me zêde kir ku em hêzê mestir bikin û li ser şopa wan bimeşin.ˮ
Serokê Desteya Karên Hundir Kenan Berekat jî di merasîmê de axivî û got ku di nava salên derbasbûyî de hemû planên li dijî Rojava têk çûn û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk roj bi roj pêşdikeve.
Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz Ekrem Mehşûş jî di merasîmê de axivî û da zanîn ku bi hevgirtina hemû pêkhateyên Rojava gelê herêmê destkeftiyên mezin bi dest dixînin û roj bi roj pêş dikevin.
Piştî axaftinan sîcilê herdû tekoşran hate xwendin û radestî malbatan hate kirin. Li ser navê malbatan jî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de berxwedana ROjava hate silavkirin û soza şopandina rêya cangoriyan hate dayîn.
Di dawiya mersîmê de girseya gel cenazeyên herdu têkoşeran bi diruşmeyan spartin axê.
KOBANÊ
Li bajarê Kobanê jî bi sedan kesî cenazeyên 3 têkoşerên ku di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan, spartin axê.
Cenazeyên şervanê YPG’ê Rêzan Cimo (Botan Kobanê) ê 25’ê Gulanê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, şervana YPJ’ê Rûken Sîpan (Qidret Ravîkî) a 5’ê Cotmeha 2014’an de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû û welatiyê bi navê Reşîd Hesen ê li kêleka YPG/YPJ’ê şerê çeteyan kir û di 24 guldanê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê sedan welatiyên bajarê Kobanê ji Saziya Malbatên Şehîdan a Kobanê hate wergirtin.
Girseya ku bê wêneyên cangoriyan vekiribûn û bê navber dirûşmên dilsoziya bi berxwedana hêzên YPG/YPJ’ê re berz dikirin cenazeyên hersê têkoşeran wesayîtan kirin û bi meşê li du wesayîtan heta goristana Şehîd Dicle a li gundê Tirmik a Kobanê meşiyan. Li gorirstanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ednan Hesen axivî û bal kişand ser berxwedana bê hempa ya şervanên azadiyê û rola wan di rizgarkirina herêmê ji xeteriya çeteyên DAIŞ’ê. Hesen di dawiya axaftina xwe soza şopandina riya cangoriyan da.
Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk a Kobanê Mehmûd Bişar axivî û da zanîn ku gelê kurd bi saya keda berxwedêrên xwe yên canê xwe feda kirin azad li ser xaka xwe jiyan dikin.Li ser navê PYD’ê jî Ehmed Xoce axaftin sersaxî ji malbatên cangoriyên azadiyê re xwest û soza da ku wê heta dawî şopdarên rêya cangoriyên azadiyê bin.
Piştî axaftinan girseya gel cenazeyên şervanan bi dirûşman spartin axê.