Cenazeyên 5 gêrîlayan birin Meletiyê

Cenazeyên 5 gêrîlayan birin Meletiyê

Hate diyarkirin ku, cenazeyên 5 gêrîlayên HPG'ê yên di pevçûna Şemzînan de jiyan xwe ji dest dan, birin Meletiyê. Malbata gêrîla Muhammed Necîp Çagan jî li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê cenaze teşhîs kir.

Li gorî agahiyan cenazeyên 5 gêrîlayên HPG'ê yên li bejahiya navçeya Şemzînan ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan, roja borî birin Meletiyê. Hate zanîn ku, cenaze li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê tên rawestandin.

MALBATA GÊRÎLA ÇAGAN ÇÛ MELETIYÊ

Li aliyê din malbata gêrîlayê HPG'ê Muhammed Necîp Çagan ji bo cenaze werbigire çû Meletiyê. Malbatê cenaze teşhîs kir. Piştî karên teşhîsê malbat çaverêye cenazeyê kurê xwe werbigire. Piştî malbatê cenaze wergirti dê bibin Wanê û li gundê Şarbazarê yê navçeya Erdîşê ya Wanê defin bikin.