Cenazeyên 4 gêrîlayan ji Meletiyê hatin wergirtin

Cenazeyên 4 gêrîlayan ji Meletiyê hatin wergirtin

Malbatên 4 gêrîlayên HPG'ê piştî serî li dozgeriya komarê û Saziya Tipa Edlî dan, cenazeyên zarokên xwe ji Saziya Tipa Edlî wergirtin û ber bi bajarên xwe ve birêketin.

Malbatên gêrîlayên HPG'ê yên zarokên wan di şerê demên cuda de jiyana xwe je dest dabûn ji bo cenaze wergirin serî li Dozgeriya Komarê dabûn li benda encama testa DNA'yê bûn. Piştî testa DNA'yê ya gêrîla Aysel Demîrkaya, Mehmet Turken diyar bûn, malbatên wan hatin Serî li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê dan.

Gêrîla Mehmet Tuken (Demhat Şervan) ku yek ji 15 gêrîlayên ku di 12-15’ê Sibatê i çiyayê Besta jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyê gêrîla Demhat biribûn saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Piştî encama testê diyar bû malbat hatin Meletiyê. Di 19'ê Îlonê de jî 4 gêrîlayan jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatên gêrîla Aysel Demîrkaya (Faraşin Delîla) ya ji Wanê, Naif Altin (Ernesto Cîlo) yê ji Bedlîsê, Huseyin Îldîzduz (Rojdin Bazid) yê ji Bazîda Agiriyê hatin Meliyê û serî li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê dan. Malbatên 4 gêrîlayan piştî serî li Saziya Tipa Edlî dan cenazeyên xwe wergirtin.

Malbata gêrîla Demhat dê sibê di demjimêr 09.00'an de li Taxa Karşiyaka ya Wanê, bi girseyî cenaze defin bikin. Malbata gêrîla Feraşîn dê êvarî li bajaroka Eganîsê ya Erdîşa Wanê wecîbeyên olî pêk bînin û pişt re cenaze bibin Gundê Çayirê yê Ebexê defin bikin. Malbata gêrîla Rojdin dê li Bazîda Agiriyê û malbata gêrîla Ernesto jî dê cenazeyê kurê xwe li gundê Yolbilena Hîzana Bedlîsê bi girseyi defin bikin.