Li herêma Serhadê piştî barîna berfê ya bi rojan niha jî cihê xwe ji sir û seqemê re hişt. Hate zanîn ku, cenazeyên welatiyên li navçeya Xizanê ya Bedlîsê û navçeya Şemzînan ya Colemêrgê yên di bin aşûtê de mayîn hatin dîtin.
GEVER
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê xebatên berfa 3 rojbûn dibarî berdewam dikin. Riya Gever-Bajêrgeh, Gever-Wan û Gever-Şemîzanan li ser xetekê ji trafîkê re hate vekirin. Riya 58 gund û 132 mezrayan hêj girtîne. Encumenên Şaredariya Geverê û yekîneya ji 60 kesan pêk tê bi 16 wesayîtên kar şev û roj xebatên xwe yên paqijiyê didomînin. Hate hinbûn ku, di dema paqijiya berfa li ser çatiyan xetên ceyranê qetiyan û ji ber vê yekê ceyran hatin birîn. Li gorî pîvana şevê din germahiya hewayî di bin sifrê de 35 dereceye û cemê di nava navçeyê de derbaz dibe û kanî cemidîn. Li aliyê din ji ber berfa zêde welatî nagehijin gihayên ji bo sewalan hatin amadekirin û ji ber vê yekê pirsgirêka yem tê jiyîn.
ŞEMZÎNAN
Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê ji 2 welatiyên 4 roj berê di bin aşûtê de mayîn cenazayê Îdrîs Kaya hatibû dîtin û ji bo cenazeyê welatiyê ji Îranê Muhammed jî bê peydakirin xebata hatibûn destpêkirin. Piştî xebatan cenazeyê Muhammed jî hate dîtin.
BEDLÎS
Li gundê Obinê yê navçeya Xizanê ya Bedlîsê ji welatiyên bi navê Eşref Ayna (31) û Abdurrahîm Ayna (23) yên 3 roj berê ji bo giha bidin sewalan çûn axura 5 kîlometre ji gund dûr cenazeyên wan hatin dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Xizanê.