Cenazeyên 3 gêrîlayên Rojavayê Kurdistanê hatin wergirtin

Cenazeyên 3 gêrîlayên Rojavayê Kurdistanê hatin wergirtin

Cenazeyên 3 gêrîlayên Rojavayê Kurdistanê yên jiyana xwe ji dest dane ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin, hate hînbûn ku dê cenazeyê 2 gêrîlayan li Dirbesiyê û yekê jî dê li Kobaniyê veşêrin.

Malbatên gêrîlayên HPG’ê yên di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dayîn yên Rojavayê Kurdistanê, cenaze ji morga Sazaiya Tiba Edlî ya Meletiyê girtin. Cenazeyên gêrîla yê binasnavê Zîlan Cûdî-Tirkiye Muhammed, Derwêş Miron-Edîp Ahmet û Şoreş Kobanî-Şîrwan Ahmet ji aliyê malbatan ve hatin girtin. Çav lê ye ku cenazeyê gêrîla Şoreş Kobanî li Kobanê yê gêrîla Zîlan Cûdî û Derwêş Mîron jî li Dirbesiyê bi awayek girseyî bêne defin kirin. Hate hînbûn ku, dê karwana cenaze ji Elezîz, Erxenî, Sîwerek, Riha, Hîlwan û Akkocayê derbaz bibin û di demjimêrên derdora 17.00-18.00'an de bigehijin deriyê sînor.

Hate ragihandin ku, cenazeyê gêrîla Şoreş Kobanî hatiye perçekirin, tenê lingên wî hene.

Malbata gêrîla Serhan Akyol (Mêrxas Dorşîn) ku di 5-7’ê Îlonê di peçvûna li Çiyayê Kato jiyana xwe ji dest da, jib o cenazeyê zarokê xwe bigirin serî li Dozgeriya Komarê da.

Li aliyê din jî hate ragihandin ku, 20 cenazeyên gêrîlayên HPG’ê li morga Saziya Tiba Edlî ya Meletî yên di dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dayîn tên ragirtin.