Cenazeyên 3 gerîlayên HPG'ê yên di pevçûnên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan ji aliyê malbatên wan ve ji bajarê Meletiyê yê Bakûrê Kurdistanê hatibûn girtin û bi rê kiribûn, derbasî Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Tirkiye Mehemed (Zîlan Cudî) a ji bajarê Dirbêsiyê , Edip Ehmed (Derviş Miron) ê ji Kobanê û Şîrvan Ehmed (Şoreş Kobanê) ê ji Kobanê ji aliyê malbatên wan ve di saetên serê sibehê de ji Morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hatibûn girtin. Cenaze di riya Elezîz, Erxenî, Sêwrek, Hîlwan, Riha û Akkoca re, derbasî Rojavayê Kurdistanê hatin kirin. Ji cenazeyên ku di deriyê sînor ê bajarê Tilebyatê re hatin derbaskirin, cenazeyê Edîp Ehmed ber bi gundê Qerîm Mizirî yê girêdayî Kobanê, cenazeyê Şîrvan Ehmed ber bi gundê Termik ê girêdayî Kobanê û cenazeyê Tirkiye Mehemed jî ber bi Dirbêsiyê ve hatin oxirkirin.
Cenazeyê Tirkiye Mehemed dê sibe li Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li Dirbêsiyê, cenazeyên Edîp Ehmed û Şîrvan Ehmed jî dê sibe li gundên wan bêne definkirin.