Hate îdîakirin ku, di şerê 11’ê Cotmehê li nêzî herêma Binsorê yê di navbera Şemzînan-Bajarokê Rûbarokê yê ser bi Colemêrgê de derket, 3 gêrîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Hate diyarkirin ku, 3 cenazeyên ku tê îdîakirin aydê gêrîlayên HPG’ê ne ji Şemzînanê birin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê. Li aliyê din jî li gorî agahiyên ku hatine girtin, bi wesayîtên zirxî dane ser cenazeyan û cenaze nayên naskirin.