Cenazeyên 2 şervanan hatin wergirtin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Ebûbekîr Guzel (Adîl Amed) û Şiyar Baran (Argêş Baran) ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatan ve teslîm hatin girtin.
Cenazeyên şervanên YPG'ê Ebûbekîr Guzel (Adîl Amed) û Şiyar Baran (Argêş Baran) ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatan ve teslîm hatin girtin.
Cenazeyên şervanên YPG'ê Ebûbekîr Guzel (Adîl Amed) û Şiyar Baran (Argêş Baran) ên li gundê Tevşo yê li başûrê Kobanê di operasyonên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de roja 30'ê Nîsana 2015'an de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan û rayedarên kantonê ve li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê radestî malbatan û nûnerên MEYADER'ê hatin kirin.
Malbatan cenaze dûre anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Komek li ber nexweşxaneyê sekinî bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bê serok jiyan nabe", "Bijî bexwedana YPG/YPJ'ê" cenaze pêşwazî kir. Piştî karê otopsiyê wê cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Rihayê re werin şandin.
Cenaze wê ji bo veşartiyê ber bi Amedê ve werin şandin.