Cenazeyên 13 gerîlayan birin Meletiyê
Cenazeyên 13 gerîlayan, ku li Geliyê Pîlemûrê yê Dersîmê di bomberdûmana roja 16'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo tespîta nasnameyan rakirin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.
Cenazeyên 13 gerîlayan, ku li Geliyê Pîlemûrê yê Dersîmê di bomberdûmana roja 16'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo tespîta nasnameyan rakirin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.
Di çarçoveya operasyona leşkerî de, ku li Geliyê Pîlemûrî ya Dersîmê tê meşandin, 16'ê Cotmehê bomberdûman li herêmê hat kirin. Ji ber vê bomberdûmanê 13 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên 13 gerîlayan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tûncelî.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Tirk a li Dersîmê, 13 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan, ku 6 jê jin in.
13 cenaze, ji bo otopsiyê û tespîtkirina nasnameyên wan birin Saziya Tipa Edlî ya li Meletiyê.