Cenazeyê şervanê YPG’ê ber bi Dêrikê ve bi rê kirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê ber bi Dêrikê ve bi rê kirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Goran Dêrik ku li Serêkaniyê di şerê bi komên çete re de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran kesan ve ber bi Amûdê ve bi rê kirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Goran Dêrik ku li Serêkaniyê di şerê 12’ê Kanunê yê bi komên çete re de jiyana xwe ji dest dabû, duh anîbûn Navenda Tenduristiyê ya Dirbêsiyê.

Cenazeyê Dêrik, îro ji aliyê hezaran kesan ve ji Navenda Tenduristiyê hate wergirtin. Di dema wergirtina cenaze de rayedarên YPG û TEV-DEM’ê, hevalên Goran Dêrik, Serokê Meclîsa Gel a Dirbêsiyê Numan Erebo jî amade bûn.

Girseya gel cenazeyê Goran Dêrik li ser milan, bi meşê heta derketina bajêr bir. Di meşê de bênavber sloganên ku dilsoziya bi YPG’ê re tînin ziman hatin berzkirin. Piştî meşa ku bi hezaran kes beşdar bûn, cenaze li wesayîtê hate siwarkirin û bi karwanek ku ji sedan wesayîtan pêk tê, ber bi Amudê ve hate birêkirin.

Cenazeyê Goran Dêrik, piştî di bajarên Amudê, Qamişlo, Tirbespiyê û Girkê Legê re hate derbaskirin, dê li bajarê Dêrikê li Goristana Şehîd Xebat bispêrin axê.