Cenazeyê Şaredarê BDP’ê Demîr bi girseyî hate definkirin

Cenazeyê Şaredarê BDP’ê Demîr bi girseyî hate definkirin

Cenazeyê Şaredarê bajaroka Pirxûsa Xelatê ya Bedlîsê Mehmet Demîr (66) li bajaroka Pirxusê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê Şaredarê Pirxûsê Xelata Bedlisê Mehmet Demîr ku li Stenbolê ji ber nexweşiya xwe jiyana xwe ji dest da, li bajarka Pirxusê bi girseyî hate definkirin. Di merasima Şaredarê BDP'yî Mehmet Demîr (66) de Parlementerê BDP'ê yê Bedlisê Husamettin Zenderlîoglu, rêveberên BDP'ê jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Cenazeyê Demîr, piştî ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin, girse çûn mala sersaxiyê ziyaret kir.