Cenazeyê şervanê YPS'ê Bûdak hat veşartin

Cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) Raşît Bûdak hat veşartin.

Cenazeyê endamê YPS'ê Raşît Bûdak, ku li navçeya Cizîr a Şirnexê roja 11'ê Cotmehê dema polîsên Tirk avêtin ser malekê ji bo nekeve destê polîsan bombeya li ser xwe teqand, ji aliyê malbatê ve hat wergirtin.

Li dû otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, malbatê cenaze teşxîs kir û duh êvarê li Goristana taxa Yafesê merasîmek lidar xist. Cenaze li ber duayan hat veşartin.