Cenazeyê şervanê YPG'ê Tûtûman wê li Dêrsimê bê pêşwazîkirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Huseyîn Tûtûman (Gabar Dêrsim) ber bi Dêrsimê ve hat rêkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Huseyîn Tûtûman (Gabar Dêrsim) ber bi Dêrsimê ve hat rêkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Huseyîn Tûtûman (Gabar Dêrsim) ê 17’ê Gulanê di çarçoveya Operasyona Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo de li gundê Til Talaa yê Til Temir di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da piştî otopsiya li Amedê ber bi Dêrsimê ve hat rêkirin.
DORPÊÇA POLÎSAN
Li navenda Dêrsimê ji bo pêşwazîkirina cenaze ku gel kom bûye, hêzên dewletê bi gelek wesayîtên zirxî û TOMA’yan di bin navê kontrola nasnameyan de bajêr dorpêç kiriye.
Nûnertiya MEYA-DER jî diyar kir ku bi awayekî bi heybet wê Tûtûman pêşwazî bikin û têkoşîna xwe her tim bidomînin.
Beriya wecîbeyên olî yên li Mala Cem, li Kolana Hunerê bi merasîmekê wê ber bi Mala Cem ve meşek bê lidarxistin.