Cenazeyê şervanê YPG’ê Onanç anîn Pirsûsê
Şervanê YPG’ê Ramazan Onanç (Zafer Cudî) ku li Kobanê jiyana xwe ji dest da, anîn Pirsûsê.
Şervanê YPG’ê Ramazan Onanç (Zafer Cudî) ku li Kobanê jiyana xwe ji dest da, anîn Pirsûsê.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ramazan Onanç ku di operasyona Başurêrojhilatê Kobanê di 11’ê Gulanê de di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, ji Deriyê Sînor yê Murşîtpinarê ji aliyê saziya malbata şehîdan û rayedarên kantonê ve radestê malbata Onanç û rayedarên MEYADER’ê hat kirin.
Cenazeyê Onanç li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi dirûşmeyên "Şehid namirin", "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" hatin pêşwazîkirin û piştre wê bişînin Saziya Tipa Edlî.
Piştî otopsiyê wê cenazeyê Onanç bibin navçeya Cizîr a Şirnexê û bê definkirin.