Cenazeyê şervanê YPG'ê Loqman Bekir hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Loqman Bekir bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Loqman Bekir bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Loqman Bekir bi merasîmeke girseyî hat veşartin.
Bi sedan welatiyên Efrînê bi armanca wergirtina cenazeyê Şervanê YPG’ê Loqman Bekir (Diyar Raco) li ber nexweşxaneya Avrîn a Efrînê kom bûn. Girseyê piştî wergirtina cenaze bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ya Efrînê derketin rê. Li rêya ketina goristanê girseya gel ku alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê di destê xwe de girtibûn û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên têkoşeran hilgirtibûn cenaze li ser milan kirin û ber bi goristanê ve meşiyan.
Merasîm bi merasîmeke leşkerî ji aliyê YPG’ê ve hate destpêkirin. Piştre Serokê Desteya Parastinê yê Efrînê Ebdo Îbrehîm axivî û sersaxî ji malbata şervanê YPG’ê û hemû cangoriyên azadiyê re xwest û destnîşan kir ku dê heta dawî li ser rêya cangoriyan berxwedana xwe ya azadiyê bidomîn in.
Di merasîmê de her wiha li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Hesen axivî û destnîşan kir ku gelê herêmê êdî dîroka xwe û rastiya xwe ya azadiyê nas dike û destnîşan kir ku wê heta dawî li ser şopa cangoriyên azadiyê bimeşin.
Di berdewama merasîmê de li ser navê malbata şervanê YPG’ê Diyar Cemal Bekir axivî û got ku wê heta dawî li ser şopa cangoriyên xwe bimeşin.
Piştî axaftinan nasnameya şervanê YPG’ê Diyar Raco ji aliyê Endama Saziya Zimanê Kurdî Rûken Şêro ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenaze bi dirûşmeyan spart axê.