Cenazeyê şervanê YPG’ê Çîçek anîn Amedê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Serdar Çîçek (Adil Gever) ê li Hesekê di şerekî li dijî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da di Dêriyê Sînor ê Şenyurtê re anîn Amedê.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Serdar Çîçek (Adil Gever) ê li Hesekê di şerekî li dijî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest da di Dêriyê Sînor ê Şenyurtê re anîn Amedê.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Serdar Çîçek (Adil Gever) ê 24 Nîsanê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê û MEYA-DER ve ji Deriyê Sînor ê Şenyurt hat wergirtin. Cenaze ji bo otopsiyê ber bi Saziya Tiba Edlî ya Amedê ve hat rêkirin, di ketina Amedê de cenaze bi konvoyeke sedan wesayîtan bi dirûşm û kulîlkan hat pêşwazîkirin. Piştî kar û barên otopsiyê cenaze ji nexweşxaneyê hat wergirtin û anîn Goristana Yenîkoy.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Çîçek ji bo sibe li navçeya Gever a Colemêrgê bê defnkirin wê saetên dereng ber bi Geverê ve bê şandin.