Cenazeyê Serhed ji aliyê deh hezaran ve hate definkirin

Cenazeyê Serhed ji aliyê deh hezaran ve hate definkirin

Cenazeyê yek ji fermandarên YPG’e Serhed Qamişlo ku duh di pevçûna li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê deh hezaran kesan bi slogana “şehîd namirin” hate definkirin. Di merasîma ku nûnerên gelek partî û rêxistinan tevlî bûn de li dijî êrîşan banga bilindkirina têkoşînê û xurtkirina yekîtiyê hate kirin. Her wiha ji muxalefeta Sûriyeyê hate xwestin ku li dijî komên çekdar helwesta xwe zelal bike.

Cenazeyê yek ji fermandarên YPG’ê Serhed Qamişlo ku duh (21.01.2013) di pevçûna bi komên çekdar ên ji aliyê Tirkiyeyê ve ketibûn bajêr re de birîndar bibû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, şevêdin anîn Mizgefta Qasimo. Li vir şervanên YPG’ê heta serê sibehê nobet girt. Di demjimêrên serê sibehê de jî bi hezaran welatî ji bo merasîma cenaze herikîn pêşiya Mizgefta Qasimo. Li ber mizgeftê alên Desteya Bilind ya Kurd, TEV-DEM, PYD, YPG, Başûrê Kurdistanê hatin vekirin. Her wiha wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Serhed Qamişlo, Lewend Qamişlo ku ew jî yek ji fermandarên YPG’ê bû û dîsa li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabû hatin vekirin. Di merasîmê de şervanê YPG’ê bandên ku li ser “Serhed” nivîsandibû li serê xwe girêdabûn.

Di nava girseya ku hejmara wan bi hezaran bû de zêdebûna jin û ciwanan bal kişand. Rêveberên TEV-DEM, Meclîsa Gel ya Qamişlo, PYD, Desteya Bilind, Saziya Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Partiya Pêşverû, Tevgera Rastî, Partiya Şepêla Pêşerojê, Partiya Çep ya Demokrat, Partiya Demokrata Kurd ya Sûriyeyê û saziyên sivîl jî tevlî merasîmê bûn. Dema muameleyên olî yên cenaze dihatin kirin, ji dengê Serhed Qamişlo strana “gerîla me ez gerîlame” hate guhdarkirin.

Piştî muameleyên olî, cenazeyê Serhed Qamişlo, ji Mizgefta Qasimo hate derxistin û li ser milan ber bi Goristana Şehîd Delîl Saruxan ya li Taxa Meyselun ve derxistin rê. Cenazeyê Serhed Qamişlo ji aliyê deh hezaran kesan ve li ser milan li ser Cade Amudê, Cadeya Reîs û nava sukêre hate derbaskirin û piştî meşek ku 7 kîlometreyan dom bike, gihîşt Goristana Şehîd Delîl Saruxan. Dema girse di ser Cadeya Reîs re derbas dibû, mesîhiyên li ser cadê derketin ber deriyên dikanên xwe û piştgirî dan meşê. Piştî meşa ku bênavber sloganên, “Şehîd namirin”, “Bi can bixwîn em bi te re ne ey şehîd”, “Bijî berxwedana YPG’ê” hatin berzkirin, li goristanê merasîm hate lidarxistin.

‘EM DÊ SÛRIYEYEK DEMOKRATÎK AVA BIKIN’

Piştî merasîma leşkerî, axaftin hatin kirin. Axaftina destpêkê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mehemed Şêxmûs axivî û li ser kesayeta Serhet Qamişlo rawestiya. Piştî Şêxmûs, li ser navê Desteya Bilind Ebdulselam Ehmed axivî û destnîşan kir ku, îro roja man û nemane, lewre divê hemû kes di nava kar û xebatê de be. Ehmed diyar kir ku, ew perçeyek ji şoreşa Sûriyeyê ne û wiha dom kir: “Em li dijî şerê navxweyî ne. Em li dijî komên çete ne. Komên ku derbasî herêma Kurdistanê dibin xizmeta şoreşê nakin.” Ehmed anî ziman ku komên çete yên girêdayî kesê bi navê Newaf Beşîr, heta duh pêxasiya rejîma Baas dikir û ev tişt anîn ziman; “Ji ber vê yekê exlaqê şoreeşê bi wan re tune ye.” Evdulselam Ehmed, got ku ruhê şoreşê di nava gel de ye wiha pê de çû: “Gelê me dê şoreşê pêk bîne, çete na. Hinek derdorên Kurd ên di nava van koman de nikarin li ser navê kurdayetiyê tevbigerin. Bila destê xwe ji çeteyan berdin. Emê Suriyeyek demokratîk ava bikin.”

Li ser navê TEV-DEM’ê Îsmaîl Dêrik jî destnîşan kir ku, girseya tevlî merasîmê bûye nîşan daye ku gelê Kurd dikare xwe bi parêze wiha dom kir: “Kurd ew in ên ku xwedî li şehîdên xwe derdikevin. Li Serêkaniyê mirovahiyê destpê kiriye. Ên ku niha li Serêkaniyê şer dikin jî, li ser vê bingehê jiyanek nû di afirînin.” Dêrik, soza ku ewê li ser şopa “şehîdan” bimeşin û bang yekîtiyê li hemû partiyên kurdan kir.

Di merasîmê di li ser navê Partiya Pêşverû Selman Hesen, li ser navê Partiya Şepalên Pêşerojê Endama Komîteya Têkilîyan Narîn Metîn, li ser navê Tevgera Rastiyê jî Kazim Salih jî axaftin kirin û li ser yekîtiya kurdan rawestiyan. Axaftvanan her wiha banga bilindkirina têkoşînê û xurtkirina yekîtiya kurdan kirin. Dîsa di axaftinan de bang li muxalefeta Sûriyeyê jî hate kirin ku li dijî komên çekdar helwesta xwe zelal bike.

Piştî axaftinan cenazeyê Serhed Qamişlo hate definkirin. Piştî definkirinê girse belav bû.