Cenazeyê Oge ji bo veşartinê hat birêkirin

Cenazeyê Hamdûllah Oge yê ji ber êrîşa kontra ya li hemberî wesayîta anonsê ya HDP'ê jiyana xwe ji dest da, bi konvoyeke ji sedan wesayîtî, ji bo were veşartin ber bi gundê Karahamza ve hat birêkirin.

Cenazeyê Hamdûllah Oge yê li qada Newalaqamiş a gundê Alpîran ê navçeya Çewlik Kanîreşê ji ber êrîşa kontra ya li hemberî wesayîta anonsê ya HDP'ê jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê radestî malbatê û endamên HDP'ê hat kirin. Cenaze anîn Kanîreşê.

Dema cenaze gihaşt navçeyê esnafan dikanên xwe girtin û ji bo pêşwazîkirina cenaze li hev kom bûn. Cenazeyê Oge ji aliyê girseyeke qelebalix ve bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin.

Parlametnerê HDP'ê yê Çewlikê Îdrîs Balûken di dema pêşwazîkirina cenaze de peyivî û bal kişand ser mîtînga Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a duh li Çewlikê pêk anî. Balûken got, "Gelê Çewlikê nerazîbûna xwe ya li hemberî Erdogan û AKP'ê, bi tevlînebûna li mîtînga Erdogan nîşan daye. Bersiva vê jî, qetilkirina hevalê me Hamdûllah Oge ye. Hevalê me Hamdûllah ev du meh in li hemû navçe û gundên Çewlikê geriya ye û bi awayekî aktîf xebatên HDP'ê meşandiye. Ji bo bersivdayîna li vê keda wî, em ê wî ber bi rêwîtiya dawî ve oxir bikin."

Cenazeyê Oge bi konvoyeke ji sedan wesayîtî ji bo veşartinê ber bi gundê Karahamza ve hat birêkirin.