Cenazeyê li Dihê hate veşartin aydê gêrîla Şoreş Xoye

Cenazeyê li Dihê hate veşartin aydê gêrîla Şoreş Xoye

Cenazeyê ku rojên borî ji aliyê gel li Dihê hatibû veşartin, hate hînbûn ku aydê gêrîlayê HPG’ê Şoreş Xoy (Şehram Mustefazade) ku di 2’ê Tebaxê de êrîşa li ser qereqola cendirmeyan ya gundê Bîlgîlî (Diha Kevin) jiyana xwe dest daye.

Li navçeya Dihê ya Sêrtê 5’ê Îlonê cenazeyekî ku hate diyarkirin aydê gêrîlayên HPG’ê ye ji aliyê gel Ii Goristana Zevyê hatibû veşartin. Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê di derbarê cenaze de nivîsek ji Şaredariya Sêrtê re şandibû û diyarkiribû ku, ji ber ku nasnameya cenaze nehatiye tespîtkirin û kesekê nas bike derneketiye daxwaz kiribû ku şaredarî bispêre axê, li ser vê yekê cenaze ji aliyê komek qelebalix ve bitorenê sipartibûn axê.

Hate hînbûn ku, cenazeyê mijara gotinê yê aydê gêrîlayê HPG’ê Şehram Mustefazade binasnav Şoreş Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Gêrîla Şoreş Xoy di çalakiya 2’ê Tebaxê ya li ser qereqola cendirmeyan ya gundê Bîlgîlî (Diha Kevin) de jiyana xwe ji dest daye. Di pevçûna ku gêrîla Abdulrezak Gungor binasnav Heqî Herekol yê ji Dîlokê jî jiyana xwe ji dest dayî, 20 leşker hatibûn kuştin û gelek leşker jî birîndar bibûn.