Cenazeyê Goran Dêrik ji aliyê hezaran ve hate pêşwazîkirin

Cenazeyê Goran Dêrik ji aliyê hezaran ve hate pêşwazîkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Goran Dêrik ku di pevçûna 12’ê Kanûnê ya li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê Dêrikê ji aliyê hezaran kesan ve bi sloganan hate pêşwazikirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Goran Dêrik ku serê sibehê ji bajarê Dirbêsiyê ji aliyê hezaran kesan ve ber bi warê wî Dêrikê ve hatibû birêkirin, li bajarê Amudê ji girseyek qelebalix ve hate pêşwazîkirin. Karwanê cenaze ku ji sedan wesayîtan pêk dihat piştre ber bi Qamişlo ve hate oxirkirin û li Qamişlo jî bi merasîma leşkerî hate pêşwazîkirin. Piştî merasîma li vir ku bi hezaran kes beşdar bûn, karwanê cenaze ber bi Dêrikê ve hate birêkirin.

Karwanê cenaze piştî di bajarên Tirbespiyê û Girkê Legê re derbas bû giştî Dêrikê û li Qeraca bajêr ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Girseya gel li vir cenazeyê Goran Dêrik li ser milan bi meşê heta Meydana Azadiyê bir. Piştî meşa ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG’ê û wêneyên Goran Dêrik hatin vekirin û sloganên dilsoziya bi YPG’ê re hatin berz kirin, li Meydana Azadiyê jî merasîma leşkerî hate lidarxistin. Di merasîmê de li ser navê TEV-DEM’ê Henîfe Hisên axaftinek kir û li ser girîngiya parastina rewa rawestiya. Hisên, anî ziman ku şerê li Serêkaniyê li dijî komên çete yên ku ji aliyê hêzên destkeftiyên kurdan hedef dikin ve têne arastekirin ve tên birêxistinkirin tê meşandin. Hisên, anî ziman ku ji ber vê yekê têkoşîna li Serêkaniyê gelekî girîng e û banga yekîtiyê û bilindkirina têkoşînê li hemû kesî kir.

Piştî merasîma ku zêdetirî 20 hezar kesan beşdar bû, cenazeyê Goran Dêrik ji bo ku bê definkirin birin Goristana Şehîd Xebat û li vir spartin axê.