Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Koktay hate definkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mûcahît Koktay ê li Licê jiyana xwe ji dest dabû li Amedê hate definkirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mûcahît Koktay (Armanc Xaçek) ê di 24'ê Îlonê de li bejahiya Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbatê ve ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê hate wergirtin û anîn Goristana Yenîkoyê ya Rezan a Amedê. Ligel ku cenaze ji aliyê malbatê ve hatibû teşxîskirin jî bi hinceta testa DNA'yê cenaye mehekê hate rawestandin.

Piştî wecîbeyên olî hatin bicihanîn cenaze ji aliyê polîsan ve bi hinceta ala PKK'ê heye xwestin asteng bikin lê ev yek nehat qebûlkirin û cenaze anîn ber goristanê û li vir bi dirûşmên "Şehîd namirin" "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hate definkirin.

Serokê MEYADER'ê ya Amedê Hasan Pençe li vin axivî û anî ziman ku dewleta Tirkiyeyê 40 sal in li dijî Kurdan qatlîamê pêk tîne, bi vî rengî dixwaze Kurd serî bitewînin, lê Kurda bi berxwedanê li hemberî vê yekê disekinin. Pençe da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bide jiyankirin çi ji destê wî tê dike, lê Tayyîp Erdogan ji bo îktidara xwe dikuje.

Bavê Koktay, Ramazan Koktay jî wiha got: "Dagirkeran li ser axê mirin ji bo para Kurdan hişt. Ji bo ku ji gelê Kurd re jiyanekî bi rûmet bihêlin armanc û bi sedan hevalên wî canê xwe feda kirin. Dİvê deng bidin dengê gelê Kurd û zarokên wî. Divê gelê kurd xwedî li zarokên xwe derkeve. Heke ne wisa be em ê gelek ciwanên xwe winda bikin. Her roj şîn dikeve malekî. Mirin kirine para me. Hemû ciwanên me bikujin jî têr nabin. Ji destên wan bê wê me ji axa me jî derxînin.”

Ji bo Koktay wê li Mala Şînê ya Temira sersaxî bê qebûlkirin.