Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Cebe nedan malbatê

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Cebe nedan malbatê

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Mehmet Şirîn Cebe yê ku di pevçûna Nisêbînê de jiyana xwe ji dest da bi hinceta "dozger tuneye" nedan malbatê. Ji malbatê hate xwestin ku roja Pênçşemê serlêdanê bikin. Hate îdîakirin ku 13 cenazeyên gêrîlayên HPG'ê yên digotin anîne Meletiyê, ne li Meletiyê ne.

Malbata gêrîla HPG'ê Mehmet Şirîn Cebe (Akîf Dogan) yê ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di serdegirtina malekê de jiyana xwe ji dest da, werbigire serê sibê ber bi Meletiyê ve birê ketin. Malbata gêrîla Cebe ji bo teşhîskirina cenaze xwest ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê da. Rayedarên Edliyeya Meletiyê ji malbata gêrîlayê Cebe re bi hinceta "hefteya girtîgehê ye" dozger li edliyeyê nînin û ji bo wergirtina cenaze roja Pênçşemê bên gotin. Li ser vê yekê malbata gêrîla Cebe careke din vegeriya Nisêbînê.

Li aliyê din hatibû gotin ku cenaceyên gêrîlayê HPG'ê yên li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan, birin Meletiyê. Lê hate îdîakirin ku tu cenaze negihiştine Meletiyê. Hate gotin ku, li Meletiyê tenê cenazeyên 3 gêrîlayên HPG'ê li Lîceyê jiyana xwe ji dest dan hene.