Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Baz hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Semîh Baz, bi merasîmeke girseyî hate veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Semîh Baz, bi merasîmeke girseyî hate veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Semîh Baz (Çekdar) ku li Bedlîsê di êrîşa hewayî ya 23'ê Cotmehê de tevlî 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê hat teşxîskirin. Malbatê piştre cenaze bir navçeya Hezo ya Êlihê.
Walîtiya Tirk a li Êlihê û Qeymeqamtiya Tirk a li Hezoyê destûr nedan ku cenaze li Goristana Şêx Mexmûrê bê veşartin. Li ser vê yekê cenaze li Goristana Tepecîk a Hezoyê li ber qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" hate veşartin.