Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Aksoy hat veşartin

Şêniyên Amedê cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Arîf Aksoy spartin axê.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mehmet Arîf Aksoy (Bahoz Farqîn) ê li herêma navbera navçeya Mesûdiye ya Ordû û navçeya Koyûlhîsar a Sêwasê di şerê 29'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve ji nexweşxaneya li Sêwasê hat girtin.

Malbatê tevî rêveberên MEYA-DER'ê cenaze anî navçeya Farqîn a Amedê û bi merasîmeke girseyî cenaze spartin axê.

Ji ber ku qeymeqamê Tirk Mûrat Kutuk ê weke qeyûm li şaredariyê hat bicihkirin ji bo mala şînê got, "Ez nahêlim li vir şîn bê danîn", ji bo Aksoy li taxê şînê hat danîn.