Bi beşdariya hezaran kesî cenaze yê gêrilaya HPG’ Mîdya Amûdê, (Sîdar Mehmud Ezîz) li goristana şehîd Delîl Saroxan bi merasîmeke bi heybet û merasima leşkerî ya YPG’ê li bajarê Qamişlo spartin axê.
Bi hezaran kes li têketina bajarê Qamişlo li beranberî qada şehîd Xebat li benda cenazeyê gêrilaya HPG’ê Mîdya Amûdê (Sîdar Mehmud Ezîz) ya ku 6’ê îlonê li Elkê jiyana xwe ji dest da, ku ji aliyê Amûdê ve ber bi Qamişlo ve bi rê ketibû, di hemand emê de esnafan dikanên xwe girtin, li benda cenaze man.
Piştî ku cenaze gihişt, jinan darbesta Gerîla Medya danîn ser milê we û heta Qermuteyê meşiyan. Ji wir jî berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Serûxan li taxa Meyselûn. Li goristan bi alên TEV-DEM’ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd AbdulaOcalan û wêneyên şehîdan hatibû xemilandin., cenazeyê gêrilaya HPG’ Mîdya Amûdê hate danîn. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) merasimeke leşkerî li dar xistin.
Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hebîb Eî axivî û diyr kir ku Mîdya şehîda gelê Kurd e. Li ser nave malbatê dayik û bavê gêrilaya HPG’ Mîdya Amûdê axivin û diyar kirin ku Mîdya keça hemû gelê kurd e. Birayê gêrilaya HPG’ Mîdya Amûdê jî soz da ku ta dawî wê li ser şopa Mîdya bimeşin.
Li ser navê Desteya Bilind jî Şevîn Dêrik axaftinek kir û bal kişand ku yekîtiya gelê kurd bi şehadeta şehîdên kurda ve girêda û soz da ew ê ta dawî li ser şopa şehîdan bimeşin.
Di merasîme de Seroka Meclîsa Gel a Qamişloyê Remziye Mihemed seroka meclisa Qamişlo jî axivî, di axaftinên xwe de bal kişand ku ew ê ta dawî di riya şehîdan bişopînin. Her weha Remziya komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Ocalan protesto kir.
Piştre jinên kurd cenazeyê gêrilaya HPG’ Mîdya Amûdê spartin axê.