Cenazeyê gêrîla Viyan birin Qilabanê

Cenazeyê gêrîla Viyan birin Qilabanê

Malbata gêrîla Viyan Penaber (Kader Alturk) ya di pevçûna li navçeya ilebana Şirnexê de jiyana xwe ji dest da, birin navçeya Qilebanê.

Piştî gêrîlayên HPG'ê êrîş birin ser noqteyên leşkerî û di pevçûnê de gêrîla Viyan Penaber (Kader Alturk) jiyana xwe ji dest da, malbata gêrîla Viyan cenaze ji Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê girtin û ber bi Qilebanê ve bi rê ketin. Hate zanîn ku malbat dê cenazeyê gêrîla Viyanê di demjimêr 15.00'an de bînin Amedê û vir jî bibin Qilabana Şirnexê. Dê cenazeyê gêrîla Viyan li Qilabanê bispêrin axê.