Cenazeyê gêrîla Şengîl ji aliyê 10 hezaran ve hate definkirin

Cenazeyê gêrîla Şengîl ji aliyê 10 hezaran ve hate definkirin

Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Egîd Şengîl li navçeya Silopiyê ya Şirnexê ji aliyê 10 hezaran kesan ve hat definkirin. Girseyê piştî definkirina cenaze ji bo êrîşa li dijî kurdên rojava şermezar bike meşek pêk anî. Girseya ku dest bi meşê kir rastî êrîşa polîsan hat.

7'e Çileyê li navçeya Çelê operasyon pêk hatibû û di operasyonê de 14 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabû. Gêrîlayê HPG'ê Egîd Şengil (Ahmet Cûdî) jî di nava 14 hevalên xwe de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata gêrîla Şengîl piştî duh çûn cenazeyê kurê xwe ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin anîn navçeya Silopiyê. Îro malbatê bi tevlêbûna rêvberên BDP'ê, MEYA-DER, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Silipiyê jî di nav de bi 10 hezar kesan cenazeyê kurê xwe gêrîla Egîd Şengîl bi sloganên "Şehîd namirin" û "PKK gele, gel li vire" defin kirin.

Girsê piştî cenaze bir Mizgefta Kevserê ji vir jî darbesta gêrîla Egîd Şengil danîn ser milê xwe û bi alên kesk, sor û zer heta goristana Başakê meşiyan. Girseyê di meşê de bê navber slogan qîr kirin. Welatiyên ku li şaneşîne jî piştgirî da meşe slogan qîr kirin. Ciwanan di merasimê de meşa leşkerî pêk anîn. Girseyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên 14 gêrîlayên HPG'ê û Şengil û wêneyên 3 jinên siyasetmedar ên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin rakirin. Zêdeyî 10 hezar kesên tevlî meşê bûn bê navber sloganên "Şehîd namirin", "Ciwan fedaiyên Apo ne", "Ocalan", "Bijî Serok Apo" û "PKK gele, gel li vire" qîr kirin. Polîsan di meşê de girse dorpêç kir û tedbîrên mezin standin.

Girsê li ser gorê sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin û piştî canez defin kirin ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ij dest dane rêz girtin. Girseyê cenazeyê gêrîla Şengil li tenişta gêrîlayên HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane defin kir. Di merasimê de Serokê BDP'a Silopiyê Muhsun Kunur diyar kir ku, dê girêdayî doz û şopa kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabin be û wiha got: "Kesên di şerê azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest didin ji bo gelê kurd şer dikin."

PIŞTÎ MERASIMA CENAZE POLÎSAN ÊRÎŞ KIR

Bi 10 hezaran kes, piştî merasima cenazeyê gêrîla ji bo mudaxeleya li hemberî kurdên Rojava şermezar bike meş pêk anîn. Girseyê di meşê de bê navber sloganên "Bijî berxwedana Rojava" û "Şehîd namirin" qîr kir. Di meşe de polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA êrîşî girseyê kir. Polîsan piştî bi ava şit û bombeyên gazê mudaxeleyî girseyê kir di navbera polîs û girseyê de pevçûn derket. Piştî mudaxeleyê bi hezaran kes dîsa kom bûn û çûn mala sersaxiyê ya ji bo gêrîla Şengil li taxa Yenişehirê hatiye vedan ziyaret kirin.