Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Ferman Şamci (Sîpan Çirav) ku li bajaroka Fahranê ya Çewlikê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê ji aliyê hezaran ve hate definkirin.
Malbata gêrîlayê HPG'ê Ferman Şamci (Sîpan Çirav) ku li bajaroka Fahranê ya Çewlikê di şerê 21'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dabû, ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn Sêrtê. Malbat piştî 3 rojan li Meletiye li hêviya girtina cenaze rawestiyan, îro serê sibê cenazeyê kurê xwe wergirtin û anîn Sêrtê. Karwana cenaze ku di nav de rêveberên MEYA DER û BDPê jî hebûn, bi girseyî hatin Sêrtê û di demjimêrên êvarî de li Goristana Zevyê ya Sêrtê bi girseyî defin kirin.
Cenazeyê gêrîla Sîpan li duriyana Balafirgeha Sêrtê bi girseyî hate pêşwazîkirin û bi karwanek mezin Mizgefta Bilal Habeş ya taxa Yenîyê. Di merasimê de endam û rêveberên BDP'ê, şaredar û endamên meclîsên şaredariyên Sêrt, Misirc û Dihê, Endamên Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê, nûnerên TUHAD-DER, MEYADER, ÎHD, NÇM jî di nav de bi hezaran kes amade bûn. Girseyê bi slogan û tîlîliyan cenaze piştî wecîbeyên olî danîn ser milên xwe û birin Goristana Zevyê yê Sêrtê. di meşê de demekê polîsan xwestin astengiyê derxin, lê girseyê israr kir û meşa xwe berdewam kir. Girseyê di meşê de bê navber dirûşmeyên "Şehîd Namirin", "Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne" qêriyan.
Girseyê piştî cenaze defin kir deqeyekê rêz girt. Pişti rêzgirtinê Bavê gêrîla Sîpan Hayrettin Şamci diyar kir ku, ji ber pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin her roj ciwan tên kuştin. Şamci da zanîn ku, êdî tehemula wan nemaye û naxwazin ciwan bên kuştin. Şamci xwest ji bo aştiyê êdî bi lezgîn gav bên avêtin. Şamci got, serê hemû gelê Kurd sax be.
Piştî merasimê girsê heta taxa Yeniyê meş pêk anî û konê sersaxiyê yê ji bo gêrîla Sîpan hatiye vedan ziyaret kir.