Cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Ferham Şalci (Sîpan Çirav) yê ku di pevçûna li bajaroka Fahranê ya Çewlîkê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û ber bi Sêrtê ve derxistin rê.
Malbata gêrîlayê HPG'ê Ferham Şalci (Sîpan Çirav) yê ku di 21'ê îlonê de di pevçûna li bajaroka Fahranê ya Çewlîkê de jiyana xwe ji dest da cenaze werbigire serê sibê çû Meletiyê. Bi malbatê re rêveberên MEYA-DER û BDP'ê jî çûn. Piştî malbatê serî li dozgeriyê da, çû morgê cenaze teşhîs kir. Pişt re malbatê cenaza wergirt û ber bi Sêrtê ve derxist rê. Hate hînbûn ku, cenazeyê gêrîla Sîpan dê di demjimêrên êvarê de li Goristana Zevye ya Sêrtê bê definkirin.